Arîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got: "TSK artêşa gel e û endamên wê jî ewladên welêt in. Kesên ku li hember kesên ku gule dibarînin li ser gel tiştek nebêjin, dibin partiya rêxistinê. Partiya rêxistinê jî îdiaya xwe ya partibûna Tirkiyeyê winda dike."
Akdogan der barê daxuyaniyên Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş ên wekî "Sererkanî heke dev ji xebata xwe ya ji bo AKPyê berde dê baş be. Ew artêşa vê welatê ye, artêşa partiyekê nîne. Ew bi xwe jî partiyeke siyasî ya ku dikevin hilbijartinê nînin." de ji ser hesaba xwe ya Twitterê daxuyanî dan.
Akdogan nirxandina "TSK artêşa gel e û endamên wê jî ewladên welêt in. Kesên ku li hember kesên ku gule dibarînin li ser gel tiştek nebêjin, dibin partiya rêxistinê. Partiya rêxistinê jî îdiaya xwe ya partibûna Tirkiyeyê winda dike." kir.
Arîkarê Serokwezîr Akdogan nêrîna xwe ya wekî "Li rûniştgehan bi çekan gerîn bi îdiayên bêçalakîbûnê re li hev nayê. Çek û îllegalîte tacîza herî mezin e û bi tu awayî nikarin bikin tişteke ji rêzê." anî ziman.