Elif Orhan
23 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2017
ANKARA
Serokê Şaredariya Mezin a Enqereyê Melîh Gokçek eşkere kir ku dê roja şemiyê îstifa bike.
Gokçek ji ser hesaba xwe ya Twîtterê parvekirinek kir û diyar kir ku bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re îro hevdîtinek kir û wiha axivî:
"Înşeallah ezê roja şemiyê Meclisa Şaredariya Mezin a Enqereyê derasayî bicivînim û ji hevalên endamên meclisê xatir bixwazim û îstifaya xwe bidim."