24 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2017
ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Civîna Meclisê ya Koma AK Partiyê da xeberda.
Erdogan di xeberdana xwe da der barê operasyona Îdlibê da wiha got: "Piraniya operasyona Îdlibê temam bûye. Mijara Efrînê li ber me ye. Em nikarin dev ji van deran berdin."
Serokomar Erdogan bal kişand ser reformên di nav 15 salan da hatine kirin û wiha got: "Li hember reformên ku me di nav 15 salên çûyî de kirin, dîsa jî em xwedî rêvebiriyeke dewletê ya qels in. Bala xwe bidine vê, mezinahiya dewletê tiştekî din e, bihêzbûna wê tiştekî din e, qelsî û bêfeydebûna wê jî tiştekî din e. Dewleta me helbet divê mezin û xurt be, lê divê em dewleta xwe ji vê obezbûn û qelsiya ku sedema gelek nexweşiyan e xilas bikin. Ancax bi vî awayî em dikarin rêvebiriya dewletê bêtir xurt, bitesîr, bifeyde û bilez bikin. Dema ku qanûnên lihevkirinê ya ji bo derbasbûna sistema hikûmetê ya Serokomariyê tên amadekirin divê bi vê nerînê were hereketkirin."
Erdogan der barê laîsîzmê da wiha got: "Eger li Tirkiyeyê îro dijî laîktiyê nêrîneke xirab hebe, sedema vê ya herî mezin şîroveya partiya mixalafeta sereke ye. Di dema yekpartîtiya da wan ev şaşiya kiriye. Ev cehaleteke esehî ye. Laîktiyê eger hûn rabin li hember nirxên gel, dijî dîrok û çandê ji xwe re bikin mertal helbet wê acizî çêbibe. Lê di meneya alînegiriya dewletê ya hemberî baweriyên dînî de em jî qebûl dikin û bawer dikin ku divê di rewacê de be."