ANKARA
Tirbe û Qereqola Rêzê ya Şah Silêman ya ku di nava axa Sûriyeyê de ye, di encama operasyona ku hêzên çekdar ên Tikriyeyê û hêzên bejayê tevlî bûn de, anîn Tirkiyeyê.
Duh êvarê di saet 21.00an de operasyonek li ser Tirba Şah Silêman hat kirin û emanetên manewî anîn Tirkiyeyê.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu jî der barê operasyonê de wiha gotûbû: "Di qada hiqûqa navneteweyî de tu mafekî me nehatiye zayîkirin. Dîsa ji ber nirxa manewî di axa Sûriyeyê de hatiye parastin. Der barê ve de danezanên ku hewce dikin hatine kirin. Ez dixwazim bibêjim ku gelek, ancax xwedî li dîroka xwe derkeve dikare pêşeroja xwe ava bike. Gelên ku xwedî dîrok û sembolên dîrokî dernekevin nikarin pêşeroja xwe ava bikin."