HAKKARÎ
Li gor agahiyan komeke rûpoşkirî ji bo ku bûyerên Lîcêyê protesto bikin berêvarê li ser kilêleka bajêr kom bû. Koma rûpoşkirî berbestî danîn û li ser rê agir dadan. Komê bi kevir, fîşekên hewayî û molotofan êrîşê polêsan kir. Polêsan jî bi xaza îsotê û ava bi tazyîk mudaxaleyê komê kir.
Xwepêşander reviyan kolanan û li taxa Pehlewanê dîsa hatin bal hev. Xwepêşanderan avahiyeke 3 qatî ya aidê komeleyekê şewitand.
Agir di demeke kurt de li her derê avahiyê belav bû. Belavbûna êgir tirs xist dilê şêniyên taxê. Şênî ji malên xwe derketin.
TOMA û agirkûj ji bo tefandina êgir hatin cihê bûyerê. Piştî demeke dirêj tîman nehişt agir belav bibe. Tîm hêj jî ji bo tefandina êgir dixebite.