13 Gulan 2016•Rojanekirin: 14 Gulan 2016
ANKARA
Partiya Demokrasiya Beşdar (KADEP) û Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (T-KDP) wê bibin yek.
Hat destnîşankirin ku xebatên herdu partiyan ên ku qederê 8 mehan e dewam dikin li ber kutabûnê ye û wê di 27ê gulanê da li Diyarbekirê yekbûna KADEP û T-KDPyê bi organîzasyonek ji raya giştî ra were ragihandin.
Serokê Giştî yê T-KDPyê Mehmed Emîn Kardaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ji bo ku di siyaseta kurdan da rûpeleke nû vebe û geşedanek çêbe em ê bi KADEPê ra bibin yek. Li herêmê ji bo mixatabiyekê em jî hene. Polîtîkayeke me ya ji tundî û neyartiyê dûr heye."
Kardaş destnîşan kir ku di siyasetê da demeke dirêj e cî digrin û wiha dewam kir: "Beşên me yên siyasî heta îro belawela hatin. Ji bo ku ev di bin sîwanekê da bibin yek me 8 meh ewil xebat dan destpêkirin. Me biryar da ku di serî da KADEP em bi derdorên din ra bên bal hev."
Kardaş diyar kir ku piştî vê yekîtiyê wê hêzeke xurt çêbe û wiha xeberda: "Em ê nirxên kurdan biparêzin û mixatabiyeke din çêkin. Îmajeke me ya baş e heye û gel eleqeyê nîşan dide. Em ê di hilbijartinê da zêde ray bistînin."
- "Ji ber polîtîkayên şaş ên HDPyê 6 hezar kes mirin"
Kardaş diyar kir ku wê ji vê yekîtiyê PKK û hevalbendên wê aciz bibin û got ku wê kurd di vê mijarê da helwesta xwe nîşan bide.
Kardaş destnîşan kir ku HDP ji daxwazên xwe yên ku dema hat avakirin dûr ket û wiha axivî: "HDP ji meseleya kurdan û nirxên kurdan dûr ketiye. Ji ber polîtîkayên şaş ên HDPyê 6 hezar kes mirin. Gel jî vê dibîne. Bajar kavil û wêran bûn. Milet bi zorê hat koçkirin. Di navbera avabûn û daxwazên vê partiyê da cudahî heye. Em neyartiyê nakin û li ser xeletiyên wan tên bal hev. Em li dijî siyaseta tu partiyekê nînin."
- "Kurdan hêviya xwe ji HDPê birî"
Serokê Gişkî yê KADEPê Lutfî Kivanç jî diyar kir ku siyaseta kurdan di van demên dawiyê da ji demeke zor ra derbas dibe, ev rewşa jî li pêşa daxwazên mafdar ên gelê kurd tengasiyan derdixe.
Kivanç destnîşan kir ku kurdan hêviya xwe ji polîtîkayên HDPê birîne û wiha axivî: "Ji ber vê dibê umudeke teze bê avakirin. Em ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmê hewl didin ku komeke mixatabê siyasî ava bikin."
Kivanç îdia kir ku bi yekîtiyê va dengeyên li herêmê ew ê biguherin, eva rewşa jî ew ê HDP û PKKê aciz bike, ji ber ku ew ê alîgirên xwe winda bikin vê yekîtiyê nexwezin.
Kivanç wiha pê da çû: "Ji me ra yekîtiyeke hêzdar lazim e. Partiyên ku parçe bûne hema hema wek hev difikirin û nêzîkî hevdu ne. Em jî fikirîn ku yekîtiyeke hêzdar ew ê ji bo gel bibe hêvî û em derketin vê rê. Eva yekîtiya ew ê di dîroka siyaseta kurdan da bibe rûpelekî teze."