Çelîk, li meclisê civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku di girtîgehan de 163 girtî û cezagirtî yên ku nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin nexweş henin.
Çelîk got ku berpirsyar li gor kêfa xwe tevdigerin û ne xema hikûmetê ye ku ev kes nexweşin. Ji ber vê ew kes hîn negîhîştine azadiya xwe û Serokomar Abdullah Gul jî destûra efûyê ji bo wan bikar nayne.