Berdevkê Hikûmeta HKIYê Sefîn Dizayî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku lijneya di bin serokatiya Barzanî de, bi balafira taybet hat Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê. Dîzayî diyar kir ku dê lijneya Hewlêrê, bi lijneya di bin serokatiya Arîkarê Serokwezîrê Iraqê Huseyîn Şehrîstanî yê ku ji Vejen û Neftê berpirsyar e re bên bal hev.
Di navbera hikûmeta navend û birêvebiriya Hewlêrê de ji ber mijarên budçeya 2014an û îxrackirina neftê pirsgirêk derketibû. Hikûmeta Bexdayê ji bo çareserkirina van pirsgirêkan "peşniyazên çareseriyê" amade kiribû. Tê payîn ku di hevdîtinên di navbera lijneyan de ev pêşniyazên çareseriyê bên muzakerekirin.