Balyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê Faruk Kaymakci û Alîkarê Serokomarê Iraqê Usame Nûceyfî hatin bal hev.
Li gor daxuyaniya ofîsa Nûceyfî di civînê de hat gotin ku hewcedariya herdu welatan pêşvebirina pêwendiyan heye.
Nûceyfî ji bo alîkariyên mirovî yên ku Tirkiyeyê heta niha ji gelê Iraqê re kirine spasiya Tirkiyeyê kir.
Nûceyfî bal kişande rola Tirkiyeyê ya li herêmê û daxwaz kir Tirkiye bila alîkariya Iraqê bike ku Iraq pirsgirêkên xwe çareser bike.
Hat gotin ku ji bilê vê di civînê de li ser ewlehiya Iraqê û rewşa siyasî, têkoşîna navneteweyî ya li hember rêxistina terorê DÎŞIyê sekinîn.
Kaymakci piştî ku hikûmeta nû ya Iraqê dest bi wezîfeyê kir, bi Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm, Alîkarê Serokomar Îyad Allavî, Alîkarê Serokwezîr Salih Mutlaq û Wezîrê Karê Derve Îbrahîm Caferî re jî hevditin kiribû.