ÎSTANBÛL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê bi derhênerên weşana giştî ya hin têlevizyon û rojnameyan re hat bal hev.
Li gor agahiyên ku hatin hildan Erdogan li vê derê Derhênerê Weşana Giştî ya Yenî Şafak û TV NETê Îbrahîm Karagul, Derhênerê Weşana Giştî ya Starê Mûstafa Karaalîoglû û Derhêner^´ Weşana Giştîya Yenî Akîtê Hasan Karakaya jî di nav de bi derhênerên weşana giştî ya hin têlevizyonan û rojnameyan re hat bal hev û bi nêzî 3 saetan hevdîtin kir.
Derhênerê Weşana Giştî ya Akşamê Mehmet Ocaktan piştî ji civînê derket daxuyanî da rojnamegeran û destnîşan kir ku Erdogan li ser mijarên giştî yên di rojeva Tirkiyeyê de ne sekinî û wiha pê de çû: "Pêvajoya çareseriyê, rûdanên nû yên ku li derdora Tirkiyeyê diqewimin, têkoşîna bi rêxistina paralelê re, ji niha bi şûnda têkilî û pêvajoya di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê û hin mijarên din nirxand.
Ocaktan diyar kir ku Serokomar Erdogan got ku ji bo pêvajoya çareseriyê çi piştgirî lazim bibe dê bide û wê gerên xwe yên li derveyê welêt jî bidomîne.