ANKARA
Danişîna 76emîn a doza der barê 28ê sibatê ya ku 103 bersûc tên darizandin dest pê kir.
Hin bersûc û muştekî parêzerên aliyan beşdarî doza li Dadgeha Cezaya Giran a 5emîn a Enqereyê bûn.
Wezîrê Dadê yê wê demê Şevket Kazanê di beyana xwe ya duh de gotibû ku "Biryara herî zor a jiyana min e ku ez ji vê dosyeyê gilîdar bibim. Ez ne gilîdar im."
Lê hat gotin ku Kazan duh bi daxwaznameyekê ve gilîdar bû.
Serokê Dadgehê Fevzî Şingar daxuyand ku "Mexdur Şevket Kazan duh di saet 15.32an de daxwaznameyek da dadgehê û got ku 'Ew ê wek gilîdar di dozê de cih bigre."
Dozgerê Kazan Îsmaîl Aydos jî di daxuyaniya xwe de wiha got: "Şevket Beg hinekî aciz e, tişt nayên bîra wî. Duh telefonî min kir. Got ku ew ji gotina xwe poşman bûye. Ji min re got ku 'ez daxwaznameya gilîdariyê bişînim dibe?' Min jî got dikarî bişînî."