TBMM
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu, bûyerên Liceyê wiha nirxand: ''Jixwe sûcdar di gavê de girtin. Pêdivî bi dad, dadger û dozger tuneye. Sûcdar hatiye girtin û ew dê cezayê xwe bikşîne.''
Kiliçdaroglu, piştî civîna grûba komê ya partiya xwe pirsên nûçegihanan yên derbarê bûyerên Liceyê de bersivand.
Kiliçdaroglu got: ''Sûcdar hat girtin û ew dê cezayê xwe bikşîne. Li wir mirovek mir, gelo ew mirov ji me nîne? Çawa mir? Dibe ku nêrîneke wiha hebe? Hûn dê hem aştiyê bixwazin hem jî mirovê bên kuştin. Helbet dê faîlek vê bûyerê hebe. Heke hûn wî nebînin hûnê qetlê meşrû bikin. Li holê mêrkujiyek heye.''