ANKARA
Dadgeha Qanûna Bingehîn ji serlêdana 6 kesan a der barê girtîmayîn û darizandina domdirêj de ya 4 kesan qebûl kir. Dadgehê biryar da ku mafê van 4 kesan hatiye binpêkirin.
Serokê Dadgeha Qanûna Bingehîn Haşîm Kiliç daxuyaniyek da nûçegîhanê AAyê û got, ev biryara Dadgeha Bilind pir girîng e. Kiliç, da zanîn ku êdî yên bixwazin der barê girtîmayîn û darazindana domdirêj de serlêdanê bikin, ne hewce ye ku li benda biryara teqez ya dadgehê bisekinin. Kiliç wiha dewam kir: "Em di vê mijarê de li gor krîterên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tevdigerin."
Kiliç got, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê der barê girtin û darizandina domdirêj de çi biryarê bide, em ê jî li gorî wê tevbigerin.