TBMM
Serokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demirtaş got ku "Divê digel rakirina Dadgehên Xwedî Rayetaybet (OYM) divê ji nû ve li ser dadgehên birêvebiriya awarte, dadgehên îstiqlalê, dosyayên her kesê ku di DGMyan de hat darizandin, bisekinin."
Demirtaş di komcivîna partiya xwe ya li TBMMyê de axivî û diyar kir ku cihê çerkez ji ber qetlîamê wekî 'Kizil Çayir' bi nav dikin, Gundê Olîmpiyatê lê hat avakirin û Demirtaş xwest ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan beşdarî vebûna Olîmpiyatên Zivistanê yên li Soçiyê nebe.
Demirtaş ji ber hinceta ewlehiyê guherandina cihê doza Alî Îsmaîl Korkmaz û hin dozên din rexne kir û wiha axivî: "Ev 1400 sal in ku derdê wan bi Eliyan re heye. Li gor wan caîz e ku mirov li nav sikakê li Eliyan bixe û wan înfaz bike. Dema darizandinê jî darizandineke formalîte ye. Trajediya ku duh li Kayseriyê qewimî mînaka herî baş a vê yekê ye."
Demirtaş ji hin bûyeran mînak da û got ku "Van tiştan hemû cimaet nake, we bi hev re kir. Dewleta parelel... Tu ji wê jî paraleltir î."
Demirtaş da zanîn ji bo ku bi hinceta ewlehiyê dozekê neqlî cihek din nekin, em dê îro pêşniyaza qanûnê bidin.