TBMM
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî di komcivîna partiya xwe ya li TBMMyê de destnîşan kir ku partiya wan 45 sal e heye û siyasetê ji bo dewlemend bibin bi kar neanîne.
Bahçelî îdia kir ku tu hesabekî Banqeya Navendî bi cih nehatiye û wiha dewam kir: "Neîstiqrariya bihayê, hedefên enflasyonê û tiştên din ên ku di qada aboriyê de pêk hatin nîşan didin ku Banqeya Navendî negihiştiye tu armanceke xwe. Hikûmet heta ku bi serxwebûna banqeyê bileyîze dê dîwarên aboriyê yên saxlem yek bi yek hilweşin."
Bahçelî li ser biryara Banqeya Navendî ya ku der barê faîzan de dabû jî sekinî û got: "Serokwezîr zêdebûna faîzan dike stûyê banqeyê, lê ev qurnaziya siyasetmedarê tirsek e. Dema ku faîz diketin wek serkeftina hikûmetê qala vê yekê dikirin. Lê dema ku faîz zêde bû, berê xwe dan Banqeya Navendî, ev qet tişteke rast nîne û dê nikaribin tu kesî jî ji bo vê yekê îqna bikin."