ANKARA
Partiyiyên CHPyî yên ku ji bo Kongreya Derasayî ya 18mîn a CHPê hatin ber Navenda ATO Congresîûmê ji serê sibê ve piştî kontrolan dikevin hundir.
Partiyî serê sibê hatine û li ber derê navenda ku dê kongre lê bê kirin disekinin. Piştî kontrolkirina nasnameyan, partiyî û rojnamegeran dişînin eywana ku dê kongre lê bê kirin.
Li hundir û derveyî navenda ku kongre îro û sibê dê lê bê kirin pankart û afîş hatine daliqandin.
Di têketina navendê de pankarta ku li serê "CHPya bihêz, demokrasiya bihêz, Tirkiyeya bihêz" hatiye bicihkirin.
Di salona navendî ya ku dê kongre lê bê kirin de 3 hezar û 250 kursî hene û nûnerên partiyên siyasî û odeyên pîşeyan jî dewetî kongreyê kirin.
Hezar û 218 delege dê li kursiyên ku ji bo wan hatine cihêkirin rûnên û nêzî hezar û 250 kesî jî wek temaşeger dê di eywana sereke de bên bicihbibin. Bi qasî 10 hezar kesê ji fûaye, eywana sereke û ji eywanên kêlekê dê kongreyê temaşe bikin.
Ji bilî parlementer, endamên Navenda Partiyê û delegeyan, xizmên kesên ku di bûyerên Parka Geziyê, kana Somayê û bombebarandina li ser Roboskiyê de can dabûn jî hatin dewetkirin.
905 rojnameger dê kongreyê ji nêz ve bişopînin lê di eywana sereke de dê kamerayên aktuel neyên bikaranîn lewra ji bo vê destûr nehat dayîn.
Ji bo dengdayînê 24 sindoq hatin danîn
Kongreya Derasayî ya 18mîn a CHPê de ji bo dengdayîna delegeyan 24 sindoq hatin danîn.