NEWPORT
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande, Serokomarê Bûlgaristanê Rosen Plevnelîev û Serokwezîrê Îspanyayê Marîano Rajor re hevdîtinên cuda kir.
Serokomar Erdogan beşdarî Zîrveya NATOyê ya ku li Gallerê hat lidarxistin bû û Erdogan têkiliyên xwe yên bi serokên dewlet û hikûmetan re berdewam dike.
Erdogan bi Serokomarê Bûlgaristanê Rosen Plevnelîev re bi qasî 40 deqîqeyî hevdîtin kir û pişt re Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande re hat bal hev. Hevdîtina Hollande û Erodgan bi qasî 45 deqîqeyan berdewam kir.
Serokomar Erdogan bi Serokwezîrê Îspanyayê Marîano Rajoy Brey re jî hevdîtin kir.
Erdogan berî nîvro jî bi Serokwezîrê Arnawudiyê Edî Rama û Serokomarê Letonyayê Andrîs Berzîns re hevdîtinên dualî kirin.
Di têkiliyên Erdogan de Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Misteşarê Wezareta Karên Derve Ferîdun Sînîrlîoglu, Arîkarê Misteşar Îbrahîm Kalinê tê payîn ku wek Arîkarê Sekreterê Giştî yê Serokomariyê bê tayînkirin, hevaliya Erdogan dikin.
Di vê navberê de hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokomarê Ûkraynayê Petro Poroşenko ya ku di bernameya îro de cî digirt paş de avêtin, hevdîtin dê sibê berê nîvro bê kirin.