ANKARA
Serokê TBMMyê Cemîl Çîçek li TBMMyê di civîna vîzyona 2014an de daxuyanî da.
Çîçek diyar kir ku heke di destpêka sala 2014an de her kes xwe rexne bike dê tu pirsgirêk dernekeve û wiha dewam kir:
"Heke her kes di destpêka sala 2014an de xwe rexne bike, pirsgirêk û tengasiyên ku berê qewimîbûn dê cardin neyê serê me. Ji bo xwerexnekirinê ji me re sikûnet û ji hev fehmkirin lazim e. Ez dixwazim bi awayekî vekirî diyar bikim ku hewceyiya me bi zimanekî aştî û biratiyê heye."
Serokê TBMMyê Çîçek li ser rewşa parlementerên girtî jî axivî û wiha got: "Heke em bibêjin ê ku derket, derket û piştî vê êdî me eleqedar nake, ev yek dê di 2015an de bibe sedema bahozekê."