BÎNGOL
Serokê Giştî yê BDPyê Selahettîn Demirtaş ji bo ku hin pêwendiyan pêk bîne hat Bîngolê. Demirtaş destnîşan kir ku namzedên serokê şarederiyê hêviya gel in û ji bo ku rêveberiyeke baş înşa bikin tên û wiha axivî: "Di hilbijartina 30ê adarê de him li navçeyan û him jî li navendê dê xizmeta şaredariyê ya ku gelê Bîngolê li bendê ye bi ser bikeve."
Demirtaş diyar kir ku heke namzedên BDPyê di hilbijartinê de bi ser bikevin dê tenê ji gel re xizmetê bikin û wiha axivî: "Dê hevalên me ji Bîngolê re xizmetê bikin. Çimkî li vir divê gelek xizmet were kirin. Em ne hezkiriyê meqamê ne. Em mirovên dozê ne. Me kesên ku ji bawer kirine nefirotiye. Neketine nav helwestên ku wan aciz bike."
Serokê Giştî yê BDPyê Selahettîn Demirtaş der barê tehliyekirina parlamenterên girtî yên BDPyê de jî wiha got: "Parlamenterê me yê Şanliûrfayê Îbrahîm Ayhan û parlamentera me ya Mêrdînê Gulser Yildirim tehliye bûn. Pekî edalet hate cih? 5 sal e ku di girtîgehê de ne."
Parlamenterê BDPyê yê Diyarbekirê Altan Tan jî li vir xitabî gelê Bîngolê û BDPyiyan kir.