Salih Baran
27 Nîsan 2023•Rojanekirin: 30 Nîsan 2023
Di çarçoveya Hilbijartina Serokomarî û Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 28emîn da hilbijêrên ku di kutûka hilbijêrên derveyî welêt da qeydkirî ne, dengdayîna wan dest pê kir.
Hilbijêrên ku di kutûka hilbijêrên derveyî welêt da qeydkirî ne dikarin li Kapikule, Îpsala, Pazarkule, Hamzabeylî û Derekoya deriyên sînor ku ji Ewropayê ra vedibin, dengê xwe bidin.
Li Kapikuleyê 3, li Îpsala, Pazarkule, Hamzabeylî û Derekoyê jî her yekî sandoqek hat danîn.
Serokek, endamekî ku wezîfedarê qamûyê ye, endamên ji sê partiyên siyasî yên ku di hilbijartina giştî ya dawîn da li tevahiya Tirkiyeyê dengên herî zêde standin, li ser sandoqên li deriyên sînoran hatine wezîfedarkirin.
Dengdayîna ser sînoran wê 24 saetan dewam bike û di 14ê Gulanê roja Yekşemê saet 17.00î da kuta bibe.