Hamdi Çelikbaş
26 Nîsan 2023•Rojanekirin: 26 Nîsan 2023
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Omer Çelîk diyar kir ku siheta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan baş e û ji hemû kesên peyama derbasiyê şandin ra spas kir.
Çelîk ji ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û got: "Siheta Birêz Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan gelek baş e. Em ji hemû kesên peyamên derbasiyê şandin ra spas dikin."
Ji hêla din va namzedê Serokomariyê û Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu jî ji ser hesabê xwe yê Twitterê peyam weşand û got: "Ji Birêz Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra derbasî be."