Li Yeşîlovaya taxa Ercîşê bertek nîşanî pankarta ku li serê "Ji xeynî HDPyê qedexe û xeternak e ku partiyên din werin vir" dinivîsand, dan.
Parlementerê AK Partiyê yê Wanê û namzedê heyama 25an Burhan Kayaturk destnîşan kir ku HDPyê pankartên berê jî înkar kir û wiha got: "Taybetiya wan ev e. Tiştên wiha dikin û piştî bertekan jî înkar dikin."
Kayaturk destnîşan kir ne girîng e ku pankart bi destê kê hatiye aliqandin û wiha dewam kir: "Dixwazin bibêjin hûn nikarin werin vir. Em dizanin ku talûke heye, lê em dixwazin gelê xwe hembêz bikin."
- "Ev tundiyeke faşîzan e"
Namzedê parlementeriyê yê AK Partiyê Prof. Dr. Omer Çaha jî diyar kir ku aliqandina pankarteke wiha nayê qebûlkirin û wiha xeberda: "Berê jî li Wanê wêneyên ku ji lûleyan xûn diherike li ciyê reklamê aliqandin. Bi afîşên wiha gefa li hilbijêrên me dixwin. Ev tundiyeke faşîzan e û li Ercîşê ev nayê qebûlkirin".
Serokê Navçeyê yê MHPyê Salih Gungoralp jî diyar kir ku ev nayê qebûlkirin û got divê dewlet li vê meseleyê bipirse.
Serokê Navçeyê yê HDPyê Selçuk Aladag jî diyar kir ku eleqeya wan ji pankartê tuneye û wiha got: "Hay û hêviya me ji vê pankartê tuneye. Afîşên ku partiya me amade kirine li bîllboardan aliqandî ne."