VAN
704 erdhêjzedeyên Ercişî yên ku di erdhêja Wanê de malên wan hilweşiyabûn û di kirê de rûdiniştin bûn xwediyê xaniyên nû.
Midûriyeta Rewşa Acil û Afatê ya Wanê (AFAD) li ser serîlêdanên ji bo xaniyan lêkolîn kir û piştî lêkolînan destnîşan kir ku 717 malbat ji bo xaniyan mafdar in.
AFADê li werzişgeha navçeyê di hizûra notêr de peşka xaniyan avêt û di encamê de ji 717 malbatên erdhêjzede 704 malbat bûn xwediyê xaniyan û 13 malbat jî bûn yêdek.