MARDÎN
Namzedê parlementeriyê yê AK Partiyê yê Mêrdînê Orhan Mîroglu beriya hilbijartinê der heqê gefên li ser gel da wiha got: "Li vir gefan li gel dixwin. Dibêjin heger 'bendê derbas nekin wê wiha bibe, filan û bêvan.' Bi awayekî sîstematîk ev tê meşandin."
Mîroglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku hilbijêr di bin tesîra gefên psîkolojîk da dimînin û wiha got: "Li vir gefan li gel dixwin. Dibêjin heger 'bendê derbas nekin wê wiha bibe, filan û bêvan.' Bi awayekî sîstematîk ev tê meşandin."
- "Cinazeyê kesên ku li Kobanêyê mirin tînin vir"
Mîroglu diyar kir ku li ser rewşa tundiyê ya berê siyasetê dikin û wiha xeberda: "Cinazeyê kesên ku li Kobanêyê mirin tînin vir. Helbet di anîna cinazeyan da mesele tuneye. Di demên dawîn da ji bo tesîrê li rewşa hilbijartinê bikin hin tişt tên kirin. Tê gotin ku ev cinazeyên berê ne. Dixwazin psîkolojiya şer a 30 sal berê dewam bikin."
- "Em di şertên cuda da dikevin hilbijartinê"
Mîroglu destnîşan kir ku di şert û mercên cuda da dikevin hilbijartinê û wiha got: "Komên cuda ên bi HDPyê ra têkildar, dibêjin 'heger bendê derbas nekin wê wiha bibe, em ê wiha bikin, wê wekî bûyerên 6 û 8ê cotmehê bibe.' Li ser gel tesîrê dikin. Yanê em di şert û mercên cuda da dikevin hilbijartinê. Nameyên gefê tên belavkirin. Bi zorê milet didine îstifakirin."
- Pêvajoya Çareseriyê
Mîroglu destnîşan kir ku HDP bendê derbas bike jî derbas neke jî ne xwediyê rihê erênî ya Pêvajoya Çareseriyê ye û wiha dewam kir: "Du sal û nîv e HDP di Pêvajoya Çareseriyê da misyona ku tê hêvîkirin pêk nayne. Tenê çûyîn û hatina Qendîlê çêbû. Bi taybetî jî nexwestin fikrên Abdullah Ocalan yên nû û paradîgmaya wî ji piştgirên xwe ra û gel ra bibêjin."
Mîroglu diyar kir ku heger HDP bendê derbas bike wê pirsgirêkên xwe yên navxweyî biderengî bixe û got heger bendê derbas neke wê di nav xwe da nîqaşê bike.