Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Qada Îstasyonê ya Edeneyê axivî. Erdogan bi bîr xist ku Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş ji bo Balafirgeha Selaheddîn Eyyûbî ya Hekariyê ya ku sêşema borî vekirin got ku "Xwezî me bi hev re vekira" û wiha axivî: "Ez heta niha çûme 5 bajarên ku şaredariyên van wir in, li tu derê şaredarên wan nehatin pêşwaziya me. Ji çiyê wisa emr sitandin. Çiya van bi rê ve dibe. Di van de îrade tune."
Erdogan got ku di HDPyê de nêrîna li ser navê gel xizmetdayîn tune û wiha axivî: "Em ê çi bi te re vekin? Ma tu ninî ku di bûyerên 6-7-8ê cotmehê de bûyî sedemê mirina 50 kesî. Ma tu nînî ku bûyî sedem ku Yasîn Boruyê 15 salî ji qata sêyem bê avêtin, bê kêrkirin, ji ser re derbas bibin û bê şehîdkirin?"
Erdogan xwest ku gel bi vê lîstikê nexape û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em divê vê lîstikê xira bikin. Komeke kesên ku xwe rewşenbîr dibînin derdikevin çi ye qaşo ez dîktator im. Jixwe ji ber ku ez dîktator im ev bi wî awayî dikin. Ji bo wî Geziyê kirin. Ji bo wî operasyonên 17 û 25e kanûna pêşîn hatin kirin. Dibêje ku 'Taksîm Kebeya me ye.' Dêmek Kebeya van rewşenbîran jî ew der e. Wextekî yekî jî digot 'Kebe bila ya ereban be, Çankaya besî me ye.' Ew jî zihniyeta CHPyê ye. Kebeyeke me tenê heye, li Mekkeyê ye. Miftiyek dîtine wî jî xistine namzed. Miftî çi dibêje 'heke dînê partiya min zerdûştî bûya dîsa dê ez bûma namzed.' Hele lê binêre."
Em divê gelekî bixebitin, gelek hewl bidin. Ev hemû emir ji çiyê tên. Birayê Hevserok ê li çiyê telîmatê dide van. Dema ku birayê wî yê li çiyê ji bo astengkirina balafirgehê êrîş dikir gelo tu kesê bihîst ka ev Hevserok şermezariyek dide, li dijî derdikeve û dibêje ku 'Keko şerm e? Nikare bibêje ji ber ku ne ew çiya partiyê bi rê ve dibe. Gelo 200 tariyên ku xwe wek rewşenbîr dihesibînin, ji bo ku piştgirî bidin vê zihniyeta ku li dijî balafirgehê derdikeve vê hewlê didin?"
-"Hûn ji van xizmetê nabînin"
Erdogan diyar kir ku HDP waed dike ku îmam xetîvan bigire, dersên dînê rake, bi ji lûlikan xwîn herikandinê tehdît dike û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Gel wekî 'heke partiya me ji bendê derbas nebe dê kaos derkeve', tehdît dikin. Dê here ji wir. Hêza we derxistina kîjan kaosê bike derkevin holê. Bizanin ku hûnê bedêla vê giran bidin. Hûn vê welatê hêzên ewlehiyê yê vê welatê çi dihesibînin? Bêyî ku hilbijartin bên kirin qala piştî hilbijartinê derxistina kaosê dikin. Ev bi xwîn û canê gel xwe xwedî dikin, bi feryada wan xwe xwedî dikin. Hûn ji van xizmetê nabînin. Nêzî 100î şaredariyên wan hene. Gelo we di kîjanê de xizmeteke berbiçav, xizmeteke ku ji derdê gel re bibe derman dît? Hûn nabînin. Ev tenê dizanin dayikên ku zarokên wan revandin serê çiyê yên li ber derê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê tacîz bikin. Ji deriyê piştê jî bi rêxistina paralel re li hev dikin."
-"Ew dê birevin em ê bidin pey wan"
Erdogan bi bîre xist ku hin kes hewl didin ku dewleteke paralel ava bikin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Min di heyama serokwezîriya xwe de jî gotibû: 'Em ê bikevin şikeftê wan.' Em ketinê? Em berdewam dikin an na? Em ê hê jî berdewam bikin. Di nav hiqûqê de ev dê bedêla wê bi awayekî giran bidin. Îmamê van ê mezin, xoceefendiyê wan di sala 1999an de reviya Amerîkayê, reviya Pensîlvanyayê. Ma tu ne xoceefendî yî? Çima Pensîlvanya, çima tu reviyayî Amerîkayê lê neçûyî Mekke û Medîneyê? Tu biçûyayî wir. Çi karê te wir heye? Niha piştê wî îmamên biçûk jî direvin. Wan jî dest bi revê kir. Ma îmam mîhrabê diterikîne? Ev diterikînin. Niha di nav panîkê de ne. Ew dê birevin emê bidin pey wan. Çima? Dê têkoşîna me ya ku ev gel parçe kirin re vê ummetê parçe kirin re gelek giran be. Têkoşîna me ya bi kesên ku li vê welatê ji bo laçika keçên me got "ji furûatê ye" re dê gelekî giran be."