DIYARBAKIR
Cîgirê Waliyê Diyarbekirê Zafer Engîn got ku di bûyera Liceyê de 16 kes birîndar bûn, ji van birîndaran 2 kesî birin Diyarbekirê û yên dinê jî li Liceyê hatin dermankirin.
Engîn, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir gava ku lijneya Huda-Parê li navçeya Liceya Diyarbekirê diçe serdana esnafan ageşî derdikeve û pevçûn çêdibe, bi mudaxeleya tîmên ewlehiyê ve lijneya Huda-Parê dişînin Diyarbekirê.
Engîn diyar kir ku sedema pevçûnê hê nehatiye piştrastkirin û wiha axivî: "Di bûyera Liceyê de 16 kes birîndar bûn, ji van birîndaran 2 kesî birin Diyarbekirê û yên dinê jî li Liceyê hatin dermankirin. Vê gavê tu gengeşî tuneye, lê qefleyek li navenda navçeyê sekiniye û serokê şaredariyê û serokê BDPyê yê bajêr hewl didin ku vê qefleyê qane bikin."