SÎVAS
Hat ragihandin ku li Sîvasê firokeyeke leşkerî ket û du pîlotên ku xwe bi paraşûtê ji firokeyê avêtin birîndar bûn.
WekÎlê Waliyê Sîvasê Mustafa Aydin daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li navçeya Kangalê di saet 15.15an de firokeya leşkerî ya bi tîpa F-4ê ket, du pîlotên di firokeyê de xwe bi paraşûtê avêtin.
Her du pîlotên me yên birîndar niha radikin nexweşxaneyê. Aydin got ku qeymeqamê navçeyê, midûrê me yê tenduristiyê niha li cihê bûyerê ne.