ANKARA
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên serokomariyê hat stendin, Erdogan di civîna der heqê Sûriyeyê da agahî hilda. Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Karên Navxweyî Sebahattîn Ozturk, Serokê AFADê Fuat Oktay û burokrat beşdarî civînê bûn.
Civîn li Qesra Serokomariyê hat kirin û Erdogan der heqê geşedanên Sûriyeyê û penaberên ku xwe sipartin Tirkiyeyê da jî agahî hilda.