Li gor agahiya ku hat bidestxistin, li dijî DAEŞa rêxistina terorê li 3 bajaran operasyoneke ku navenda wê Îzmir e hat kirin û 7 kes hatin binçavkirin. Jêpirsîna 7 bersûcan li Midûriya Ewlehiya Îzmirê Şaxa Têkoşîna Terorê dewam dike.
Rayedarên ewlehiyê ragihandin, 7 kesên ku hatin girtin, endamê DAEŞa rêxistina terorê ne û li ser navê rêxistinê car caran derbasî Sûriyeyê bûne û tevî pevçûnan bûne, li ser navê rêxistinê xebitîne.
Hat gotin ku wê bersûcan piştî jêpirsînê sewqî edliyeyê bikin.
Ekîbên Midûriya Ewlehiya Îzmirê Şaxa Têkoşîna Terorê li ser agahiya ku hin endamên rêxistinê ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bûne, dest xebatê kiribû û li Îzmir, Isparta û Erziromê operasyon kirbûn û 7 kes hatibûn binçavkirin.