Di Lijneya Giştî ya Meclisê da ji bo hilbijartina Serokê Meclisê ji bo ku di dengdayîna tûra ewil û ya duyemîn da namzedan rayên ku hewce dikin nestendin, wê îro tûra 3yemîn were kirin.
Heger di tûra 3yemîn da encam dernekeve wê di tûra 4emîn da namzedê ku herî zêde ray wergirt were hilbijartin.
Di tûra ewil da tu namzedî ji bo were hilbijartin, rayên ku hewce dike (367) nesitend.
Di tûra ewil da Wezîrê Parastina Neteweyî û Parlementerê Sêwasê yê AK Partiyê Îsmet Yilmaz 256, Parlementerê Antalyayê yê CHPyê Deniz Baykal 125, Parlementerê Stenbolê yê MHPyê Ekmeleddîn Îhsanoglu 81 û Parlementerê Mêrsînê yê HDPyê Dengîr Mîr Mehmet Firat 81 ray sitend. Di dengdayînê da 2 ray jî vala derketin.
- Dengdayîna tûra duyemîn
Di tûra duyemîn da jî tu namzedî ji bo were hilbijartin, rayên ku hewce dike nesitend.
Di tûra duyemîn da Wezîrê Parastina Neteweyî û Parlementerê Sêwasê yê AK Partiyê Îsmet Yilmaz 256, Parlementerê Antalyayê yê CHPyê Deniz Baykal 128, Parlementerê Stenbolê yê MHPyê Ekmeleddîn Îhsanoglu 80 û Parlementerê Mêrsînê yê HDPyê Dengîr Mîr Mehmet Firat 80 ray sitend. Di dengdayînê da rayek jî hat betalkirin.
Heger di tûra 3yemîn da encam dernekeve wê di tûra 4emîn da namzedê ku herî zêde ray wergirt wek Serokê Meclisê were hilbijartin.