ŞIRNAK
Serokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş got: "Li vî welatê heta ku dewleta kûr hebe, demokrasî û azadî tu car bi cih nabe."
Selahattîn Demîrtaş, alîkarên wî Gultan Kişanak, Meral Daniş û tevlî hin parlementerên din li Cizîrê beşdarî merasima ku ji bo Serokê Giştî yê KADEPê yê berê û Parlementerê Serbixwe yê Diyarbekirê Şerafettîn Elçî hatibû lidarxistin bûn. Elçî par wefat kiribû û ji bo bîranîna wî li Cizîrê merasim hat li dar xistin.
Demîrtaş û kesên ku pê re bûn piştî merasimê vegeriyan Şirnaxê. Li ber avahiya BDPê ya Şirnaxê gelek alîgirên partiyê kom bûn û Demîrtaş jî li vê derê axivî û diyar kir, ew di hilbijartinên herêmî de dixwazin ku hemû şaredariyan qezenc bikin.
Demîrtaş bi bîr xist ku lazim e hemû serokên şaredariyan ji nav gel bên hilbijartin û wiha dewam kir: "Bi îzna Xwedê li vê herêmê dema ku gel bi xwe, xwe bi rê ve bibe wê demê em hemûyê bi hev du re pêşêrojeke rast û bê vir bibînin. Ez ji van hevalên me yên ku dê bên hilbijartin rica dikim bizanibin ku gel me hildibijêre û ji bo vê jî tu carê xwe ji gel dûr nexin û her tim di nav wan de bin. Kesê ku xeletiyê bike jî dê gel ji wan hesab bipirse û ew jî heqê wan e. Em dixwazin ku bi taybetî li Hekarî û Şirnaxê hemû şaredariyan qezenc bikin. Gelo çima em dixwazin ku em qezenc bikin? Em ji bo ku rê li ber dizî û gendeliyê bigrin dixwazin qezenc bikin. Bi saya şaredariyên BDPyî em ê emanetê gel teslîmî gel bikin."
-"Dema ku qala dewleta paralel tê kirin CHP ji vê yekê diêşê."
Demîrtaş bi lêv kir ku li Tirkiyeyê dema ku qala dewleteke paralel tê kirin CHP ji ber vê yekê diêşê û wiha pêde çû: "Em li hemberî dewleta paralel, li hemberî dizîtiyê û li hemberî çeteyan in. Ez dixwazim bala we bikşînim ser tiştekî. Ev nezî hefteyekê, 10 rojan e ku dema em dibêjin bila hesabê dewleta paralel bê pirsîn CHP bi vê yekê diêşe. Herî zêde ew wê diparêzin. Lewra di demên borî de dewleta paralel û dewleta kûr ew bi xwe bûn. Her ku ez dibêjim dewleta paralel ew baz didin ser xwe. Baş e, em fêhm dikin ku ew dewleta kûr ya nijadperest a berê û dewleta paralel ya cimaetê hevkarî kirine. Bala xwe bidinê, we hetanî îro ji devê tu CHPyiyekî bihîst ku bibêjin 'dewleta paralel û dewleta kûr hesab dipirsin', nabêjin. Tu wek serokê muxelefeta sereke qet hesabê van tiştan napirsî û tu yê bi tenê li pey dizîtiyê bikevî, wisa nabe."
Demîrtaş ji ber vê yekê tevgera CHPê rexne kir û diyar kir ku li vî welatî heta ku dewleta kûr hebe, demokrasî û azadî dê tu car bi cih nebe û îdia kir ku CHP û cimaetê jî li hev kirine lê li ser çi li hev kirine, ew jî nizanin.
Hat diyarkirin ku ji ber salvegera bûyera kuştina 34 kesan Demîrtaş û kesên ku pê re dê sibê biçin Roboskiyê.