Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş, ji bo hilbijatinên giştî yên parlementeriyê, li Stenbolê çû ser sandiqê.
Demirtaş li Dibistana Navîn a Mevlana Siltanbeyliyê raya xwe avêt.
Demirtaş piştî ku wezîfedarên sandiqê nasnameya wî kontrol kir, çû ser sansiqa bi nimreya "1114"an û raya xwe avêt.
Di vê navberê de hin alîgirên partiyê li baxçê dibistana ku Demirtaş lê raya xwe avêt kom bûn û li vir dirûşme berzkirin û çepik lê dan.
Demirtaş piştî ku raya xwe avêt, li dibistanê daxuyanî da rojnamegeran got ku bila ev hilbijartin bi xêr bin. Demirtaş da zanîn ku di nav zor û zehmetiyan de wan heyama kampanyê ya hilbijartinan temam kir.
Demirtaş îdia kir ku kampanyaya hilbijartinê di qadeke adil de nehat birêvebirin û got ku hilbijartineke demokratîk nehat kirin, ew digel van neheqî û bêedeletiyê, li Tirkiyeyê ji bo aştî û biratiyê hewl didin.
Demirtaş wiha axivî: "Berî her tiştî, hê ku sandiq jî venebûne, ez bawer im ku em bi ser ketin."
Demirtaş got ez hêvî dikim ku hemû welatî herin ser sandiqan û wiha axivî: "Lewra em ê îro zerfên di destê xwe de ne ji bo xwe ji bo zarok, nevî û pêşeroja xwe bavêjin sandiqan."
Selahattîn Demirtaş ji wezîfedarên sandiqan re jî got ji kerema xwe, baldar bin û wiha xeberda: "Welatî ji bo dengê xwe bidin zehmetê dikêşin. Ji bo vê divê hemû wezîfedarên ser sandiqan û partiyan baldar bin. Daxwaza me ew e ku çi ketibe sandiqan bila ew jê derbikeve."
Dema ku Demirtaş ji dibistanê derket qelebalîx çêbû.