ANKARA
Di hevdîtina koalîsyonê ya ku dê di navbera AK Partî û HDPyê de bên kirin de kesên ku dê lijneya HDPyê de cî bigirin diyar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin di hevdîtina koalîsyonê ya ku dê bi AK Partiyê re bê kirin de digel Hevserokên HDPyê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdagê dê Cîgirserokên Koma HDPyê Îdrîs Balûken û Pervîn Buldan, Parlementerê Enqereyê Sirri Sureyya Onder û endamê Lijneya Birêvebirina Navend Zeynep Karaman jî amade bin.
Hevdîtina di navbera nûnerên AK Partî û HDPyê de dê di saet 11.00an de li Navenda Giştî ya HDPyê bê kirin.