22 Gulan 2016•Rojanekirin: 23 Gulan 2016
ANKARA
AK Partiya ku dexma xwe li 14 salên dawîn ên Tirkiyê xist, heya niha carekî kongreyeke dereasayî, 5 jî yên asayî pêk anîn û îro jî li Salona Werzîşê ya Arenayê, Kongreya Mezin a Dereasayî ya 2yemîn li dar dixe.
Li ser banga Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya di 5ê gulanê da ya seba Kongreya Mezin a Derasayî ya 2yemîn, partiyê dest bi xebatên amadekirina kongreyê kiribû. Xebatên lidarxistina kongreyê kuta bûn û di salona ku dê kongre lê were kirin da jî amadehî li ber qedandinê ne.
Seba kongreyê 6 hezar dawetname hatin çapkirin. Dawetname ji xeynî Misir, Îsraîl, Bangladeş, Sûriye û Rûsya ji balyozên li nava welêt, şefên mîsyonê, hemû rêxistinên civaka sivîl, sendîka, ji xeynî HDPyê hemû partiyên siyasî ra hatin şandin. Ji ber tengasiya demê ji dervayê welat tukes nehat vexwendin.
Tevî Serokomarê 11emîn Abdullah Gul, serokên wîlayetan, şaredar û parlementerên serdema 22, 23, 24 û 25an jî hatin vexwendin. Li bendê ne ku nêzîkî 50 hezar endamên teşkîlatê beşdarî kongreyê bibin.
- Yildirim wê bibe 3yemîn serokê giştî
Di kongreyê da hezar û 470 delege dê deng bidin. Wê cara yekê Serokwezîr Davutoglu biaxive û dû ra jî Binalî Yildirim. Paşê jî dengdan wê dest pê bike. Dengdayîna ku dê ji 2 tûran pêk were, tê plankirin ku li dora saet 16.00an da kuta bibe.
Li bendê ne ku di kongreyê da Wezîrê Guhastin Deryawanî û Ragihandinê Yildirim ê ku wekî tekane namzed hat ragihandin, serokatiya giştî ya AK Partiyê ji Serokwezîr Davutogluyê ku 20 meh û 25 roj in vê peywirê dimeşîne wergire û bibe 3yemîn serokê giştî yê AK Partiyê.
- Amadehiyên li salonê
Tevî wêneyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, wêneyê Serokwezîr Ahmet Davutoglu û yê namzedê nû yê ji bo seroktiya giştî Binalî Yildirim, pankartên ku temayên sereke yên kongreyê "Meşa Pîroz Bidomînin", "Bêsekn ber bi 100 Salî" û "Yek milet, yek ala, yek welat, yek dewlet" li ser nivîsandî ne, li holê hatin daleqandin.
Seba kongreyê tevdîrên berfireh ên ewlekariyê hatin wergirtin.