ANKARA
Dadgeha Makezagonê serîlêdanên şexsî yên parlamenterên girtî yên BDPyê Gulser Yildirim û Îbrahîm Ayhan di cih de dît. Yildirim û Ayhan bi îdiaya ku mafên wan hatiye binpêkirin û demeke dirêj e ku di girtîgehê de ne serî li Dadgeha Makezagonê dabûn.
Dazwaza tehliyekirina 5 parlamenteran hatibû redkirin. Parlamenteran bi rêya parêzerên xwe serî li Dadgeha Makezagonê dabûn.
Dadgeha Makezagonê li ser serîlêdanên şexsî yên parlamenterên girtî yên BDPyê Gulser Yildirim û Îbrahîm Ayhan, biryar da ku mafên wan hatiye binpêkirin. Ji ber ku dosyeyên 3 parlamenterên din ên girtî hê nehatiye ber destê dadgehê, der barê wan de biryar nehatiye dayîn.
Dadgehê biryar da ku dê her yek ji wan 3 hezar lîre tezmînat jî bistîne.
Dadgeha Makezagonê biryarên ku di rûniştina yekemîn de bi yekdengî hatin girtin ji bo ku bên weşandin şandin Rojnameya Fermî.