ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç bi nûçegînanên Serokwezîriyê re li TRTyê taştê kir. Arinç biryara ku Dadgeha Makezagonê ji bo parlementerên BDPê yên girtî dabû nirxand û dest nîşan kir ku divê dadgeh di demek kurt de parlementeran serbest berde.
Alîkarê Serokwezîr Arinç, der barê ku dibêjin bila hin doz ji nû ve bên dîtin de jî got: "Bila hêviya tu kesî ji bo efûyeke giştî tunebe û tû kes jî li wê bendê nebe."
Arinç, di axaftina xwe de bal kişand ser sala nû jî û diyar kir ku sala 2014an jî dê ji bo AK Partiyê bibe saleke serkeftî û wiha dewam kir: "Ez wisa bawer dikim ku sala 2014an jî dê ji bo Hikûmeta AK Partiyê bibe saleke serkeftî û ev hemû tiştên nexweşên ku diqewimin jî dê ji holê rabibin. Dibe ku hin tiştên mirov li hêviyê nebe biqewimin lê ew hemû tişt ceribandinin û em ê bi awayekî serkeftî ji wan jî xelas bibin. Ji xwe rewşa ku îro tê dîtin jî her tiştî nîşan dide."