ÎSTANBUL
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan wiha got: "Em bi vê projeya mezin him navê Komarê mezin dikin him jî nîşanî her kesê didin ku komareke demokratîk di nav aştî, îstikrar û biratiyê de dikare her tiştî bike. Ev proje îspata serkeftina Cûmhûriyetê ye."
Serokwezîr Erdogan li Qada Uskudarê di merasîma vekirina Marmarayê de axift û bal kişand ku ev proje ji yek projeyên dinyayê ya herî mezin e û got ku ez hêvîdar im ev proje ji bo welatê me bi xêr be.
Serokwezîr ji mêvanên payebilind yên biyanî re ji bo ku beşdarî vekirina vê projeya mezin bûn, spasiyên xwe anîn zimên.
Erdogan wiha dewam kir: "Dema Fatîh Siltan Mehmet di sala 1453ê de têket vî bajarî dîrokî, hewl da ku bajêr ji nû ve ava bike û dilê gelê li vir qezenc bike. Ev proje xeyala Siltan Abdulmecîd û Siltan Abdulhamît bû. Ez ji wan û Fatih Siltan Mehmet re ji Xwedayê Mezin û Dilovan rehmetê dixwazim. Îro xeyala wan dibe rast û bila rihê wan şad bibe."