22 Gulan 2016•Rojanekirin: 22 Gulan 2016
ANKARA
Meclisa Partiya HDPê bi serokatiya Hevserokê Giştî Selahattîn Demirtaş li hev civiya.
Civîn li navenda giştî ya partiyê çêdibe û ji çapemeniyê re girtî ye.
Li gor agahiyan di civînê de mijarên sereke parezbendî û guherînên zagonê ne û wê li ser van mijaran biaxivin.
Tê texmînkirin ku piştî civînê wê daxuyanî neyê dayîn.