27 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2016
ANKARA (AA) - Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş di navbera civîna Lijneya Wezîran da daxuyanî da rojnamegeran û wiha got: "Di mijara makezagonê da hevdîtinên me û MHPê ji destpêkê pê va eşkere û şefaf dimeşin. Di serî da prensîb hatin danîn û di çarçoveya prensîban da hevdîtin tên kirin, dev ji prensîban nehatiye berdan. Mitabaqateke giştî û tam e, di çarçoveya vê mitabaqatê da MHP wê piştgiriya ku dide pakêta makezagonê, wê bidomîne. Jixwe ev hatiye meclisê, êdî di komîsyonan da jî hevdîtin li ser tên kirin."
Kurtulmuş destnîşan kir ku guherandina destûra bingehîn, ji bo ku li Tirkiyeyê modeleke xurt a rêvevbirinê çêbe hatiye daxwazkirin û wiha dewam kir:
Heger parlementerên li parlementoyê piştgiriyê bidin, wê pêşniyaz here ber gel, wexta gel bibêje 'erê', kes nikare li ber vê bibe asteng. Li vî welatî ji xeynî gel hêzeke din tuneye. Ew dewrên berê derbas bûn. Êdî dema ku li pişt deriyan dihat hesabkirin û digotin 'wê filan kes bibe serokomar û bêvan kes bibe serokê dadgeha destûra bingehîn' li paş ma. Êdî bi vî awayî hilbijartina serokomar derbas bû. Bi vî awayî eşkerekirina kesên di daraza bilind da jî li paş ma."
"Agahiyeke piştrastkirî tuneye"
Kurtulmuş li ser pirseke dîmenên ku li gor îdiayê li Sûriyeyê hatine kişandin wiha got:
"TSK û Wezareta Parastina Millî hê dîmenên vê vîdeoyê teyît nekiriye û piştrast nekiriye. Jixwe ku were piştrastkirin, em ê bi raya giştî ra parve bikin. Rêxistinên terorê yên bi vî rengî, di dinyayê da rêxistinên herî nemerd û mekanîzmayên herî qirêj in. Hebe jî tunebe jî bi weşandina vîdeoyekê va dixwaze çi bike? Dixwaze gel bitirsîne û naçar bihêle. Dixwaze her kes ji hev û yên din bitirsin. Ne tenê ji bo vê rêxistinê, ez ji bo hemûyan wisa dibêjim.Bila qusûrê nenihêrin, hin heval jî, hin hevalên li ser medyayê jî bila ji kerema xwe hay ji xwe hebin. Bi taybetî jî medyaya civakî qadeke ku wisa nîne ku çi bikeve ber meriv, meriv parve bike. Tirkiye li qadê bi DEAŞê ra şer dike. Li cihê xwe yê germ rûdinên û li ser dîmenên çêkirî propagandayê dikin û morala gelê tirk xerab dikin, ev welathezî nîne."
Kurtulmuş ji bo îdiayên ku DEAŞê hêzên xwe derbasî El-Babê kiriye wiha got: "Ji ber ku li Mûsilê DEAŞê li ber xwe da, operasyona Mûsilê nehat temamkirin. Ji ber ku hêzên DEAŞê ji Mûsilê çûn, ev nayê wê meneyê ku giringiyê nadin Operasyona El-Babê. Li Mûsilê hê hêzên DEAŞê hene. Ev agahiyeke şaş e û agahî li hev nakin."
"Têkoşîna Tirkiyeyê ya neteweyî malê bavê kesî nîne"
Kurtulmuş diyar kir têkoşîna Tirkiyeyê ya neteweyî malê bavê kesî nîne û wiha dewam kir:
"Li vî memleketî Mustafa Kemal nirxê hevpar ê her kesî ye. Mustafa Kemal Ataturk, serfermandarê damezirîner ê Tirkiyeyê ye, Recep Tayyîp Erdogan jî serfermandarê îro ye. Ji ber hindê, mirov hewl bide ku Mustafa Kemal Ataturk û Recep Tayyîp Erdogan li ciyên cuda nîşan bide, ev hewldan tê wê wateyê ku mirov ji hêla siyasî va di nava hin hesabên cuda da ne. Heval bira dev ji vê berdin, mefaya vê tuneye."