Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu wiha got: "Çi cudahiya van a ji odevanên îqnayê yên 28 Sibatê heye? Yek jê kurd, yek jî tirk e. Tu cudahiyeke van heye? Yek jê CHP di wextê xwe de ziman û nasnameya kurdî ya Diyarbekirê înkar kiribû. Ev Baasiyên kurdan ên ku tên jî dixwazin nasnameya îslamî ya Diyarbekirê înkar bikin. Hûnê destûr bidin?"
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di mitînga partiya xwe ya Diyarbekirê ya li Meydana Îstasyonê de bangî milet kir û wiha got: Bira Xwedê yekîtiya me daîm bike û firsendê nede kesên ku dixwazin jindariya me tune bikin."
Li ser slogana "Serok Ahmet" a qelebalixê Davutoglu wiha got: "Qurbanê zimanê we. Qurbanê tirkiya rind û qurbanê kurdiya rind."
Davutoglu bernameya li Medreseya Qasimiyeyê ya ku beşdar bû da bi bîr xist û wiha xeberda: "Çi xweş bû ew Mewlûda Şerîf a kurdî. Wezareta me ya Çandê û Serokatiya Karûbarên Diyanetê çap dikin. Ew kurdiya xweşik a Ehmedê Xanî, wekî zimanê Hz. Mewlana û Yûnis Emre ye. Kurdî, erebî, tirkî, farisî... Ev zimanê dil e, kesê ku dilê wî heye dikare ji vî fêm bike."
- "Dixwazin nasnameya îslamî ya Diyarbekirê red bikin"
Davutoglu diyar kir ku parlementerekî HDPyê got "Şalpe rîtuelek e ku jinan piçûk dixe" û wiha bangî qelebalixa li meydanê kir:
"Çi cudahiya van a ji odevanên îqnayê yên 28 Sibatê heye? Yek jê kurd, yek jî tirk e. Tu cudahiyeke van heye? Yek jê CHP di wextê xwe de ziman û nasnameya kurdî ya Diyarbekirê înkar kiribû. Ev Baasiyên kurdan ên ku tên jî dixwazin nasnameya îslamî ya Diyarbekirê înkar bikin. Hûnê destûr bidin?"
Davutoglu wiha bangî qelebalixê kir:
Kî rewşa awarte rakir? Kî qedexeyên rê rakir? Kî Dadgehên Ewlekariya Dewletê rakir? Kî veger li ber gundan vekir? 12 sal berê ku ez hatibûma vir û we jî bigota 'Serok Ahmet' dê der heqê we de doz bihata vekirin. Ev hemû qedexe kî rakirin? Kî TRT Şeş ava kir? Kî TRT Kurdî kire weşanê?"
Serokwezîr Davutoglu bal kişand ku wan ev hemû azadî ne ji ber zext û zordestiyekê pêk anî û wiha pê de çû: "Ji ber ku em ji kurdiya me ya xweşik bi qasî tirkiya me ya xweşik hez dikin, ji ber vê me kir. Ji ber ku em bi qasî Yûnis Emre ji Feqiyê Teyran hez dikin û me loma kir. Ji ber ku em bi qasî Hz. Mewlana ji Ehmedê Xanî hez dikin û me loma kir. Ev e rêbaza me ya çandê û azadiyê."
Davutoglu diyar kir ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi axaftina xwe ya li Diyarbekirê ya 2005an ve dest bi Pêvajoya Çareseriyê kir û wiha berdewam kir: "Ji wê rojê heya niha me hemû gavên demokratîkbûnê avêtin. Me hemû tişt kirin. Aniha tam jî di wextê hilbijartinê de û êdî ev mesele hemû hatine çareserkirin, lê çima hê jî li Kadikoy û Şîşliyê gotina aşitiyê dibêjin, lê li Diyarbekir, Sêrt, Agirî, Erzirom, Qers, Mêrdîn û Şirnexê jî zimanê zordestiyê bi kar tînin. Aniha ma navê meriv bipirse, duhê ev gav hatin avêtin nexwe çima pêdivî bi çekê heye, çima dayîkî digirîn, çima zarokên dayîkan derdixin serê çiyan?"
Davutoglu got HDP û rêxistina li paş wî dixwazin bêjin, "Kurdê baş, kurdê ku li dû me ye, heke ku ne li dû me be, kurd be jî tirk be jî ez ê bi hemûyan re şer bikim, gefê lê bixwim û ez ê zordestiyê li hemûyan bikim" û wiha xeberda: "Lêbelê nizanin, ma bi zext û zordestiyê Diyarbekir serî ditewîne?"