SİVAS
Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz got: "Dema ku bûyerên li Sûriyeyê dest pê kirin, me daxwaz kir ku NATO li gor îxtîmalan planên xwe amade bike. Herwiha NATOyê jî li gor îxtîmalan planek amade kir. Li gor plana NATOyê heke êrîşê Tirkiyeyê bê kirin dê NATO li gor xala 5emîn ya Peymana Washîngtonê tevbigere."
Yilmaz beşdarî bernameya Cejna Qurbanê ya ku Serokatiya Bajar a AK Partiyê ya Sîvasê hat lidarxistin bû û li vir pirsên rojnamegeran bersivand.
Rojnamegerekê bi bîr xist ku Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg daxuyanî da û di daxuyaniyê de got "Heke li ser Tirkiyeyê xetere çêbe, em ê bi yekîtiyên îtifaqê re hevkariyê bikin û piştgiriyê bidin Tirkiyeyê" gelo hûn derbarê vê mijarê de çi difikirin?
Yilmaz wiha got:
"Xala 5emîn ya NATOyê eşkere ye. Dema ku li ser welatên mitettefîk êrîşek bê kirin, ev êrîş wekî ku li hemû welatên mitefîk hatibe kirin tê qebûlkirin û sîstema parastinê ya NATOyê ya hevpar li vir dikeve rewacê. "Dema ku bûyerên li Sûriyeyê dest pê kirin, me daxwaz kir ku NATO li gor îxtîmalan planên xwe amade bike. Herwiha NATOyê jî li gor îxtîmalan planek amade kir. Li gor plana NATOyê heke êrîşê Tirkiyeyê bê kirin dê NATO li gor xala 5emîn ya Peymana Washîngtonê tevbigere."Yanê sekreterê giştî jî wiha got 'heke êrîşê Tirkiyeyê bê kirin êm ê piştgiriyê bidin Tirkiyeyê.' Tirkiye çima bû endamê NATOyê? Ji bo ku dema êrîşek bê kirin welatên mitefîk alîkariyê bidin."
-Şerê Kobanê dewam dike
Rojnamegerek got li Kobonê di kuçeyan de şerê DÎŞIyê berdewam dike, heta hat dîtin ku DÎŞIyê alaya xwe bi avahiyek ve daliqand, herwiha tangên me jî sewqî herêmê hatin kirin, hûn rewşê çawa dinirxînin? Yilmaz li ser pirsa rojnameger wiha axivî: "Her du alî jî şer dikin. Aniha heta ji destê me tê em têkilî şer nabin û naxwazin zirar bigihîje me. Em bi civaka navneteweyî re tevdigerin. Niha em difikirin gelo em çi bikin dê li herêmê aştî pêk bê û aramî çêbe? Em hêvî dikin ku dawî bi xêr be. Heke dawî bi xêr be dê ev bi kêrî tirkmen, ereb, kurd, suryanî, êzdî û hemû kesan bê. Em li hêviya diayên gelê xwe ne."