WASHINGTON
Berdevka Wezareta Karên Derve Jen Psakî di brîfînga çapemeniyê ya rojane de li ser pirsa "Serokwezîr Ahmet Davutoglu di hevpeyvîna xwe ya ku da CNN Internationalê de dibêje 'Heger DYA li dijî Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşşar Esed tevbigere, em ê jî ji bejayê ve hêzên xwe bişînin Sûriyeyê'" de wiha got: "Helwesta me eşkere ye. Hedefa me DÎŞI ye. Em ê teqez piştgiriya xwe ya bo mixalifên Sûriyeyê berdewam bikin."
Ji hêla din ve Berdevkê Qesra Sipî Johs Earnest destnîşan kir ku Alîkarê Serokê DYAyê Joe Bîden gotinên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ên ku di axaftinake taybet de hatine gotin xelet fehm kiriye û ji ber vê jî ji Erdogan lêborîn xwest.
Earnest di brîfînga çapemeniyê ya rojane de pirsên der barê rojevê de bersivand.
Earnest der heqê lêborînxwestina Bîden de wiha got: "Alîkarê Serokê DYAyê Joe Bîden gotinên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ên ku di axaftinake taybet de hatine gotin xelet fehm kiriye û ji ber vê jî ji Erdogan lêborîn xwest. Sedema axaftina li ser têlefonê jî ev bû."
Earnest li ser pirsa der barê alîkariya dewletên herêmê ya ji bo têkoşîna dijî DÎŞIyê de jî wiha axivî: "Tirkiye û dewletên din ên herêmê li dijî terorîstên biyanî û talûkeyê li cem DYAyê cî digin û em ji vê helwestê kêfxweş in."