ARTVÎN
Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan got: "Li Pensîlvanyayê zatek heye, lê ne diyar e ka gelo xocefendî ye an şefê îstixbaratê ye. Guhdarkirin be guhdarkirin, dîmengirtin be dîmengirtin tu lê dinêrî ku her cure dek û dolab li cem heye."
Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan di mitînga partiya xwe ya ku li Artvînê de axivî û got ku êdî Artvîn jî guhertin û guhastinê dixwaze û êdî Artvîn ji zehmetiyên ku di rêvebiriya herêmî de kişandiye re dibêje bes. Erdogan ji navçeyên Artvînê re slavên xwe şand û bi bîr xist ku îro ango 21ê adarê di qada navneteweyî de wekî Cejna Newrozê tê pîrozkirin.
Erdogan ewil Newroza cihana Tirkan ya Îslamî pîroz kir û bal kişand ku ev roj bibe bingeha aştiyeke mayînde. Erdogan got ku em wisa hêvî dikin ku aştiya Newrozê dê herdaîm be û tu kes bila vê rojê îstismar neke. Înşellah ew kesên ku agirê aştiyê pêxistine wê wî agirî îstismar nekin. Ez wisa bawer im ku jixwe Artvîn di vê mijarê de baldar e.
"Mirovê dirêj bila qurbana we be"
Erdogan ji kesên ku ji re wekî "mirovê dirêj" bang kirin re got ku "bila mirovê dirêj qurbana we be".
"Ev kar qey maye li ser milê te?"
Erdogan bal kişand ku li Pensîlvanyayê kesek heye û gotinên xwe wiha dewam kir: "Li Pensîlvanyayê zatek heye, lê ne diyar e ka gelo xocefendî ye an şefê îstixbaratê ye. Guhdarkirin be guhdarkirin, dîmengirtin be dîmengirtin tu lê dinêrî ku her cure dek û dolab li cem heye. Yaw ev kar qey mane li ser milên te. Misilmanek nikare misilmanekî din guhdar bike, ne tenê guhdarkirin nikare çavdêriya wî jî bike. Mirov nikare tu kesî guhdarî bike. Tiştekî wiha di baweriya me de tune. Paşê, gelo tu ji Tirkiyeyê gelekî hez dikî, tu ji vî welatî gelekî hez dikî? Ê ku wisa be çi karê te li Pensîlvanyayê heye? Derkeve were, were. Eger ku tu yê siyaset bikî were li vir bike. Tu welatê min çima ji wir ve tevlihev dikî? Çi ye? Çakêtekî wî heye. Ka çawa dibe ku bi milyonan dolar dikevine cêba çakêtekî? Tu karên bi vî rengî çawa dikî?
Erdogan di axafitan xwe de qala CHPê jî kir û got ku CHP hat vir û ka ji we re çi got, qala kîjan planên xwe kir? Jixwe lazim nîne em qala xwe bikin. Ji ber ku karên me kirine neynika me ye û me dide nîşan. Em çil û çiyan qul dikin û tên. Em bi milyonan kîlowatsaet vejen çêdikin, çima? Ji ber ku em dixwazin kêşeya vejena Tirkiyeyê çareser bikin.