Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên dîplomatîk bi dest xist di hevdîtinê de rewşa Iraqê, bûyerên ku piştî rêxistina DÎŞIyê Misul bi dest xist û rewşa herî dawîn dê bên rojevê.
Barzanî di daxuyaniya xwe ya ku dabû AAyê de gotibû ku li gor wan tevgerên Tirkiyeyê yên Iraqê û ya Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan bi qîmet e.
Barzanî di 16ê hezîranê de li Tehranê hevdîtinên fermî pêk anibû û bi rayedarên îranî re li ser pevçûnên Iraqê, êrîşên terorê û çawa dikaribin alîkariya hîkûmeta Bexdayê bikin sekinîbû.