Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran dixwazin ku erkên Serokê Herêmê Mesûd Barzanî bên kêmkirin.
YNK û Goranê der heqê hilbijartina serokatiyê û verastkirina erkên serok de pêşnûmayeke nû pêşkêşî Parlementoya HKIyê kirin. Di pêşnûmaya navborî de tê xwestin ku serokê herêmê ne bi destê gel, lê bi destê parlementoyê were hilbijartin. Heger ev pêşnûmaya ku erkên serokê herêmê kêm dike, were qebûlkirin dibe ku şansê hilbijartina Barzanî kêm bibe û YNK û Goran "serokatiya herêmê" bikin mijara bazariyê.
Ji xeynî vî armanceke din a YNK û Goranê ew e ku Ajansa Îstixbaratê û Lijneya Ewlekariya Neteweyî jî ji serok bistînin û bixin kontrola hikûmetê. Bi vî hawî dixwazin ku erkên "Serokê Herêmê" bên kêmkirin û destê hikûmetê bêtir were bihêzkirin. Pêkhatina van guhertinan tê wateya bihêzbûna YNK û Goranê yên ku navenda wan li Silêmaniyê ne û nêzîktirê Îranê ne.
Lêbelê tê gotin ji bo ku planên YNK û Goranê têk bibe Mesûd Barzanî dixwaze ku Partiya Yekîtiya Îslamî (Yekgirtû) û Partiya Komeleya Îslamî (Komel) nêzîkê xwe bike. Barzanî dîsa ji bo ku erkên xwe mihafeze bike û careke din bibe serokê herêmê dixwaze ku hilbijartina serokê herêmê bi rayên xelkê ve pêk were.
- "Îran ji Barzanî aciz e"
Parlementerê Lîsteya Guherînê ya Tirkmenên Iraqê Muhammet Îlhanli ji peyamnerê AAyê re mijar şîrove kir û wiha xeberda:
"Ez wisa difikirim ku li herêma kurdan destpêkirina nîqaşa pergala seokatiyê bi Îranê re têkildar e. Li ser vê rola Îranê heye. Têkiliyên Barzanî bêtir bi Tirkiyeyê re hene û ev jî Îranê aciz dike. Hêzên siyasî yên li Silêmaniyê yên ku di bin bandora Îranê de ne dixwazin ku Barzanî lawaz were xistin."
Îlhanli îdia kir ku li Iraqê yekane hêza siyasî ya ku nêzî Tirkiyeyê ye Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye û wiha dewam kir: "Yên din di bin tesîra Îranê de ne. Jixwe sunniyên ku herêmên wan di bin kontrola DAEŞê de ne tu hêzeke wan nema. Tenê PDK û Barzanî nêzîkê Tirkiyeyê ne. PDKyê bi tirkiyeyê re pêwendiyên baş danî û rêjeya bazirganiyê bilind kir. Îran jî ji vê aciz bû."
Serokê Koma PDKyê ya Parlementoyê Umîd Xoşnav jî wiha xeberda: "Serokatiya herêmê mijareke ne wisa ye ku hin partî ji xwe re bikin amûrê propagandaya siyasî. Mijara serokatiyê meseleyeke wisa ne ku divê hemû partiyên ku li Parlementoyê grûbên wan hene li ser mijarê bi hevdu bikin."
- Barzaniyê daxuyanî bide
Ji hêla din hat daxuyandin ku Mesûd Barzanî yê ku ji nîqaşên serokatiyê tengezar e dê îro der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî belav bike.