ŞANLIÛRFA
Li navçeya Ceylanpinarê guleyeke ku ji aliyê sînorê Sûriyê hat, li malekê ket. Di encamê de kesek mir û kesek jî birîndar bû.
Li gor agahiyan li herêma Resûleyna Sûriyeyê, di nav hêzên PYD û El Nûsrayê de şer dewam dike û ev gule jî di encama şerê wan de hat û li maleke taxa Mehmet Akîf Ersoy ket.
Gule, li Îdrîs Akgulê (33) ku wê gavê li mal bû ket û Akgul mir. Keça Îdrîs Akgul, Derya Akgul jî birîndar bû. Derya Akgul sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Ceylanpinarê kirin. Hat ragihandin ku rewşa Akgula ku tê tedawîkirin baş e.
Ji herêma Resûleynê hê jî şer dewam dike û dengê çekan tê.