08 Sibat 2017•Rojanekirin: 09 Sibat 2017
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir ku hedefa ji vê şûnda dê operasyona Reqayê be û wiha got, "Operasyona Reqayê jî ne bi rêxistineke din a terorê ra, divê bi kesên guncaw ra bê lidarxistin. Em wekî welatên herêmê û yên di nava hevpeymanê, em dikarin hêzên xwe yên taybet bixin dewrê, divê em bixin dewrê."
Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Erebistana Siûdî Adil el-Cubeyr îro piştî "Civîna Konseya Kordînasyona Tirk-Siûdî" ku îro bi dawî bû, li Marriott Hotelê civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.
Rojnamegerekî axaftina li ser têlefonê ya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê DYAyê Donald Trump pirs kir û li ser vê, Çavuşoglu jî destnîşan kir ku Serokomar Erdogan û Serokê DYAyê Trump duh bi şev axaftineke pir sûdwer pêk anîn.
Çavuşoglu diyar kir ku di axaftinê da îradeya hevpar a xurtkirina peywendiyên dualî hat îfadekirin û herwiha herdu serok li ser mijarên herêmî û bi taybetî jî li ser mijara têkoşîna dijî terorê rawestiyan û dîsa yek ji mijarên axaftinê, têkoşîna dijî DEAŞê bû.
Wezîr Çavuşoglu diyar kir ku têkoşîna dijî DEAŞê, hedefeke hevpar e û wiha pê da çû, "Brêz Serokomarê me di axaftina li ser têlefonê da ji pir zelal û eşkere ji brêz Trump ra jî gotiye û îzah kiriye ku ka Tirkiye di têkoşîna dijî DEAŞê da xwedan bandoreke çawa ye û heya niha di vî warî da çi kiriye."
Çavuşoglu herwisa di mijara operasyona Reqayê da jî wiha xeberda:
"Hedefa piştî vê helbet operasyona Reqayê ye. Operasyona Reqayê jî ne bi rêxistineke din a terorê ra, divê bi kesên guncaw ra bê lidarxistin. Em wekî welatên herêmê û yên di nava hevpeymanê, em dikarin hêzên xwe yên taybet bixin dewrê, divê em bixin dewrê. Divê li seheyê jî em bi hêzên muxalif, anku muxalifên ne tundrew û Artêşa Sûriyeya Azad ra tevbigerin. Di têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorê da divê mirov dîsa bi rêxistineke din a terorê ra nexebite. Divê mirov bi wan bawer nebe."