03 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2015
BELGRAD
Wezîrê Karên Derve Mewlut Çavuşogluyê ku ji bo 22yemîn civîna Konseya Wezîran a Teşkîlata Hevkarî û Ewlehiya Ewropayê (AGÎT) li Belgradê ye wê bi hevtayê xwe ûris Sergey Lavrov re bê bal hev.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat hildan hevdîtin bi saeta Tirkiyeyê di saet 16.30yî de wê bê kirin.
Hevdîtin ji çapemeniyê re wê girtî bê kirin.
Piştî daxistina balafira ûris a ku sînorê Tirkiyeyê yê hewayê îxlal kir balafir ji hêla Tirkiyeyê ve hat daxistin. Ji pey wê bûyerê re hevdîtinên payebilind ên navbera herdu welatan de sekinîn û ev hevdîtinê bibe hevdîtina payebilind a herî ewil.