30 Mijdar 2017•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2017
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê gotinên Serokê Amerîkayê Donald Trump de got: "Trumpê Serokê Amerîkayê bixwe di telefonê da ji Birêz Serokomarê me ra got 'Em ê êdî çekan nedin YPGê.' Em tevlî karên navxweyî yên Amerîkayê nabin, lê Pentagon guh nade serokê xwe û ev me eleqedar dike. Çekên didin wir ji bona me gef in, lê dîsa jî ev piçek meseleya navxweyî ya Amerîkayê ye. Divê guh bidin serokê dewleteke weke Amerîkayê ku girîng e. Em wek Tirkiye girîngiyê didin. Em li ser hemû sozên xwe ne."
Çavuşoglu li Bakuya paytextê Azerbaycanê di civîna çapemeniyê de axivî û der barê çekdayîna YPGê û daxuyaniya Trump de daxuyaniyên giring dan.
Çavuşoglu careke din behsa soza Trump kir û wiha agahî da:
"Trumpê Serokê Amerîkayê bixwe di telefonê da ji Birêz Serokomarê me ra got 'Em ê êdî çekan nedin YPGê.' Em tevlî karên navxweyî yên Amerîkayê nabin, lê Pentagon guh nade serokê xwe û ev me eleqedar dike. Çekên didin wir ji bona me gef in, lê dîsa jî ev piçek meseleya navxweyî ya Amerîkayê ye. Divê guh bidin serokê dewleteke weke Amerîkayê ku girîng e. Em wek Tirkiye girîngiyê didin. Em li ser hemû sozên xwe ne."
Li ser operasyona Efrînê jî Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu wiha got:"Çawa berê li herêma Operasyona Mertalê Feratê dijî Kilîs û herêmê talûke çêbû me xwe neda paş û em ketin herêmê û DEAŞ hat paqijkirin, dema li Efrîn û herêmên din jî dijî Tirkiyeyê gef û talûke çêbe em ê xwe nedin paş û bikevin herêmê û ji terorîstan paqij bikin. Yanê wekî Serokomarê me got dibe ku em şevekê ji nişka va werin."