Elif Orhan
01 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2017
BAKU
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu got ku li Meclisa Parlementer a Konseya Ewropayê (MPKE) de kesên ku piştgirî didin rêxistinên terorê yên wekî PKKê hene û ev yek jî nîşaneya durûtiya Ewropayê ye.
Çavuşoglu li Azerbaycana ji bo ku beşdarî Civîna Sêalî ya Wezîrên Karên Derve yê Tirkiye-Azerbaycan-Pakistanê bibe hatê bi Serokê Parlementoyê Oktay Asadov re hevdîtin kir.
- "Hevkariya Azerbaycan-Tirkiyeyê ji ya her dem girîngtir e"
Çavuşoglu di çarçoveya têkiliyên xwe de bi endamên Heyeta Azerbaycanê ya MPKEyê re hat bal hev.
Çavuşoglu bi bîr xist ku li MPKEyê ji bo parastina mafên Tirkiye û Azerbaycanê gelekî têkoşîn dan û gelek kar kirin û wiha axivî: "Me heta dawiyê mafê xwe parast. Îro hem dijî Tirkiyeyê hem jî dijî Azerbaycanê tehde zêde bûn. Emê ji bo vê jî bi hev re xebatên xwe berdewam bikin."
Çavuşoglu qal kir ku rayedarên ji Azerbaycanê li her cihê ku Tirkiye lê nîne mafên Tirkiyeyê diparêze û wiha axivî: "Em di Konseya Ewropayê de bibûn Grand Payeur (yê ku herî zêde piştgirî dide budçeya Konseya Ewropayê). Lê bi pereyên ku me dan xelat kesekî ku ji FETOyê tê darizandin vê yekê jî em qehirandin. Em êdî nabin Grand Payeur. Bi pereyê me xelat dan kesekî ku hem ji derbeyê hem jî ji terorê tê darizandin û ev yek jî ji bo me nayê qebûlkirin hem jî bi nirxên ku Konseya Ewropayê diparêze re navbera wan de nakokî heye. Di saziyên Ewropayê de di vê mijarê de çerixîneke bingehîn a mezin heye. Ev çerixîna bingehîn zirar dide nirxên ku me dike yek. Di pêvajoyeke dijwar a wiha de hevkariya Azerbaycan-Tirkiyeyê ji ya her dem girîngtir e."
Çavuşoglu bal kişand ku li MPKE û Parlementoya Ewropayê parlementerên nijadpreset û radîkal hene û ev yek jî dijî felsefeya damezrînê ya van saziyan e û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Îro pirsgirêka herî mezin a Ewropayê nijadperestî, dijminahiya biyaniyan û dijminahiya îslamê ye. Divê em hember van jî helwesta xwe bi awayekî herî xurt nîşan bidin. Peywira me ye ku em siyasetmedarên ku di nav çerixîna bingehê de ye hişyar bikin. Li MPKEyê kesên piştgirî didin rêxistinên terorê yên wekî PKKê hene. Ev jî nîşaneya durûtiya Ewropayê ye."